Li Kabîlê êrişî navenda perwerdehiyê kirine: 19 kes mirine

.

Li gorî zanyariyên destpêkê, îro (30ê Îlonê) li Kabîlê, paytexta Afganîstan di encama êrişa bombeyî ya li ser navendeke perwerdeyê de 19 kes mirine.

Midûriyeta Polîsan a Kabîlê yê rêvebiriya Talîbanê Xalîd Zadran daxuyanî daye çapemeniyê diyar kiriye ku êrîş li Navenda Perwerdeyê ya Kac ku li rojavayê Kabîlê ye hatiye kirin.

Zadran anîye ziman ku di êrîşê de li gorî daneyên destpêkê 19 kes mirine û 27 kes jî birîndar bûne.

Li gor nûçeya The Guardianê hêzên ewlehiyê yên ku piştî teqînê çûne cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirine.

Berdevkê Wezareta Karên Hundir Ebdul Nafî Takor li ser hesabê xwe yê Twitterê gotiye: "Armanckirina sivîlan zilma nemirovane û nebûna pîvanên exlaqî yên dijmin îspat dike."

Berdevkê Polêsan Zadran diyar kiriye ku êrîş li navenda perwerdeyê di dema ezmûnê de hatiye kirin. Her weha şahidan diyar kirine ku êrîşeke xwekujî bûye, heta niha ti kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe

Asya Haberleri

Hûsiyan bi mûşekan êrişî keştiya petrolê ya Brîtanyayê kir
Li Îtalyayê belema koçberan noqî avê bûye: 41 kes mirine
Asya diheje.. Erdhej li Çîn, Endonezya û Afxanîstanê rû dan
UNICEF: Di 2023yan de 289 zarok di Derya Spî de xeniqîn
Li Pakistanê di nav mizgeftekê de teqîn: Herîm kêm 17 kuştî û 90 birîndar hene