Li Japonyayê lûtkeya serkirdeyên G7 dest pê kir

.

Li bajarê Hiroshima yê başûrê rojavayê Japonyayê, Lûtkeya 2023an a Serkirdeyên G7 dest pê kir, Japonya serokatiya wê dike.

Lûtkeya serkirdeyên G7 ku li bajarê Hiroshima yê Japonyayê birêve diçe, sê roj berdewam dibe û di wê lûtkeyê de her yek ji serkirdeyên Amerîka, Fransa, Brîtanya, Almanya, Kanada û Îtalyayê beşdar dibin.

Ji bo lûtkeyê ku heta 21ê Gulanê dê berdewam be, ji bilî welatên G7, Yekîtiya Ewropayê, Endonezya, Hindistan, Koreya Başûr, Awustralya û Vîetnam jî hatine vexwendin.

Serokwezîrê Japonyayê û hevserokê wî, li ber muzexaneya aştiyê ya bîranîna Hiroshimayê, pêşwazî li serok û serokwezîrên welatên mêvan kir.

Joe Biden bûye duyem Serokê Amerîkayê ku piştî êrîşa atomî ya sala 1945an serdana Hiroshimayê kir, di sala 2016an de Barack Obama jî serdana wî bajarî kiribû.

Amerîkayê di 6ê Tebaxa 1945an de bi bombeya atomî êrîl kire ser bajarê Hiroshimayê û di 9ê Tebaxa heman salê de jî bi bombeyeke din a atomî êrîşî Nagasaki kir û bû sedema mirina nêzîkî 210 hezar kesan.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’