Li Îtalyayê belema koçberan noqî avê bûye: 41 kes mirine

.

Belem ji bajarê Safakesê yê Tûnûsê bi rê ketiye û li nêzîkê Girava Lampedûsayê noqî avê bûye.

Li nêzîkî Girava Lampedûsayê ya Îtalyayê belemeke koçberan noqî avê bûye, di encamê de 41 kes mirine.

Li gorî nûçeya ku AAyê ji ajansa nûçeyan a ANSAyê ya Îtalyayê ragihandiye, belem ji bajarê Safakes ê Tûnûsî bi rê ketiye û li nêzîkî Girava Lampedûsayê noqî avê bûye.

Di encamê de 41 kes mirine. Tîmên Ewlehiyê yên Peravan 4 penaber rizgar kirine.

Kesên rizgarbûyî gotiye ku ew 45 kes bûn û di nava wan de 3 zarok hebûn.

Li gorî zanyariyan, piştî belem bi rê ketiye bi 6 saetan, pêlên deryayê ew noqî avê kirine.

Derdora Girava Lampedûsayê ya Îtalyayê yek ji wan cihan e ku çûnûhatina penaberan gelekî zêde ye. Di 6ê Tebaxê de jî belemek noqî avê bûbû û di encamê de ceseda jinekê û zarokekî/ê ji nav avê derxistibûn.

Li gorî daneyên Rêxistina Koçberiyê ya Navnetewî (IOM) ji sala 2014an û vir ve 14 hezar kesên ku dixwestin ji Libya û Tûnûsê biçin Îtalyayê yan mirine yan jî di deryayê de winda bûne. 

Asya Haberleri

Hûsiyan bi mûşekan êrişî keştiya petrolê ya Brîtanyayê kir
Asya diheje.. Erdhej li Çîn, Endonezya û Afxanîstanê rû dan
UNICEF: Di 2023yan de 289 zarok di Derya Spî de xeniqîn
Li Pakistanê di nav mizgeftekê de teqîn: Herîm kêm 17 kuştî û 90 birîndar hene
Li Koreya Başûr îzdîhan: Herî kêm 146 mirî