Li Îspanya 757 kesên din ji ber Koronayê mirin

Li Îspanya 757 kesên din ji ber Koronayê mirin û bi hezaran kes jî pê ketin.

Navenda Nûçeyan - Hikûmeta Îspanya ragihand, di heyama 24 saetên borî de 757 kesên din li wî welatî ji ber Koronayê mirine û hejmara mirîyan gihîştîye 14 hezar û 555 kesan.

Hikûmetê her wiha da zanîn, ji duhî de têsta Koronayê ya 6 hezar û 180 kesan jî pozîtîf derketîye û hejmara berkeftîyan gihîştîye 146 hezar û 690 kesan.

Li gorî amarên fermî, zêdetirî 48 hezar nexweş jî baş bûne.

 

Avrupa Haberleri

Li Almanyayê dema hilbijartinan e: Banga ji bo Kurdan
Li Şingalê hêzên ewlehiyê dê ji nû ve bên bicihkirin
Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê