Li ÎSMEKê serlêdanên kursên Kurdî dest pê kir

.

 Serlêdanên heyama duyemîn a dersa zimanê Kurdî yên li Kursên Perwerdehiya Hunerî û Pîşeyî (ÎSMEK) a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (IBB) dest pê kir.

Li navendên fêrgehên Enstîtu Stenbol ÎSMEKê ev sê sal in li ser hev dersên zimanê Kurdî tên dayîn. Kesên ku dixwazin di heyama nû de beşdarî kursa Kurdî bibin, dê bikaribin xwe lê tomar bikin.

Kursên Kurdî, li 6 navçeyên Stenbolê ku nifûsa Kurdan lê zêde ne; li Uskudar, Esenyurt, Şişli, Avcilar, Bagcilar û Kadikoyê, li navendên fêrgehên Enstîtu Stenbol İSMEKê, di 2 astên cuda de dê bên dayîn.

Herwiha Kursên Kurdî dê bi zaravaya Kurmancî di astên A-1 û A-2 de bê dayîn û perwerde di nav hefteyê û dawiya hefteyê de rû bi rû bêne kirin.

Heyama yekem a dersên zaravaya Kurmancî di 7ê Cotmehê de dest pê kiribûn.

Kursa zimanê Kurdî wê ji bo 3 mehan bi maweya 120 saetî berdewam bike û dê piştî kursê ji bo kesên serkeftî belgename jî bê dayîn.

Kesên ku dixwazin beşdarî kursên Kurdî bibin, dikarin bi rêya onlineê jî serîlêdanê bikin.

Kurdistan Haberleri

DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin
Di navbera pêwîstiya Kurdan û nêrîna Hikumeta Demkî de statuya zimanê Kurdî
Îraq: Hinardeya petrolê ya Herêma Kurdistanê dikare bigihîje 500 hezar bermîlan
Nêçîrvan Barzanî û Elî Zeydî: Divê hikûmeta nû xizmeta hemû pêkhateyan bike