Li Îranê keçeke 16 salî ji ber ku sirûda pesnê Xamineyî dide nexwand hat kuştin

.

Li îranê ji ber tundutîjiya polîsan keçeke din ji jiyan kirinê bê par hêla. Polîsan avête ser dibistana amadeyî ya keçan û ji ber ku keça 16 salî ya bi navê Esra Penahî sirûda ku pesnê rêberê dînî Xaminêyî dida nexwand bi lêdana polîsan jiyana xwe ji dest da.

Daxuyanî ji aliyê konseya koordînasyona sendîkaya mamosteyan a Îranê ve hat dayîn.

Li bajarê Erdebîlê yê Îranê hêzên ewlekariyê avêtin ser dibistana amadeyî û ji xwandekaran daxwaza sirûda ku pesnê Xaminêyî dide kirin. Xwandekarên ku sirûd nexwandin lêdan xwarin.

Ji xwandekaran hindek hatin binçav kirin û gelek ji wan jî ji bo nexwaşxaneyan hatin rakirin. Herwaha ji birîndarên ku rakirin nexwaşxaneyê Esra Penahî ya 16 salî jiyana xwe ji dest da.

Rayedarên rejîmê îdîa dikin ku Penahî ji ber nerihetiya dil jiyana xwe ji dest da ye. Piştî kuştina Jîna (Mehsa) Emînî polîs pir caran digrin ser dibistanan.

Basnews

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle