Li Îranê hejmara kuştiyan derket 224an

.

 Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di êrişên Îsraîlê de ji roja înê ve li seranserê welêt 224 kes hatine kuştin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Huseyîn Kermanpûr, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê kesên ku ji roja destpêkirina êrişan heta niha jiyana xwe ji dest daye û birîndar bûne de agahî da.

Kermanpûr di daxuyaniya xwe de wiha got: "Piştî êrişa 65 saetan a rejîma Siyonîst, 1277 kes birîndar bûn. 224 jin, mêr û zarok şehîd bûn. Ji sedî 90ê qurbaniyan sivîl in."

Ev hejmar, ji hejmara 128 miriyan a ku heta nîvroya şemiyê hatibû ragihandin, nêzîkî sed kesî zêdetir e.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle