Li Îranê di sala 2021an de girtina çalakvanan %55 zêde bû

.

 Di sala 2021ê de girtina çalakvanên pêkhateyên netewî li Îranê bi hemberkirin li gel sala berî wê %55 zêde bibû. Parêzer û Çalakvanê Mafên Mirovan Mazyar Tatayî ji Rûdawê re got “Guvaşên li ser çalakvanan herî zêde li Rojhilatê Kurdistanê ye”

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê girtina çalakvana li ber sala derbasbayû ji sedî 55 zêde bûye. Di sala 2021ê de 455 çalakvan hatine girtin ku piraniya wan Kurd bûne. 

Li gorî saziyên mafên mirov dibêjin ew kesane bi tohmeta hebûna peywendiya wan li gel partiyan, bangeşekirin dijî desthilata Îranê û karkirin dijê ewlekariya nîştimanî ya Îranê hatine girtin. 

Di hefteya dawiyê ya sala 2021ê de 13 kes hatine girtin ku 4 ji wan ji ber beşdarî merasîma sersaxiya girtiyê Kurd Heyder Qurbanî ku hatibû darvekirin bûbûn. 

Di sala 2021ê de kabîneya hikûmeta Îranê hate guhertin û bi gotina çalakvanên sivîl, guvaşên hikûmetê li ser çalakvanan zêdetir bûne.

Parêzer û Çalakvanê Mafên Mirovan Mazyar Tatayî ji Rûdawê re axivî got “Guvaşên li ser çalakvanan herî zêde li Rojhilatê Kurdistanê ye.”

Herwiha Tatayî bal kişand ser wê yekê ku Hikûmeta Îranê tenê bi çavê ewlehî li Rojhilatê Kurdistanê dinêre.

Li aliyê din Mazyar Tatayî diyar kir ku Mijara mafên mirovan di dosya etomî de nehatiye gotûbêjkirin.

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN