Li Îranê di 12 rojên şerê Îsraîlê de 21 hezar kes hatin girtin

.

Berdevkê Asayîşa Giştî ya Îranê, Seîd Muntezarulmehdî, ragihand ku di dema êrîşên 12 rojan ên Îsraîl de, 7 hezar û 850 gilî ji aliyê gel ve hatine kirin û li ser van giliyan 21 hezar gumanbar hatine binçavkirin.

Seîd Muntezarulmehdî, diyar kir ji 13ê Hezîranê, ango dema destpêka êrîşên Îsraîlê pêk hatin de, di nav 12 rojan  de hejmara giliyên li navendên polîsan %41 zêde bûye, 7 hezar û 850 gilî ji gel hatine û 21 hezar gumanbar, ku 2 hezar û 774 ji wan biyanî ne, hatine binçavkirin.

Muntezarulmehdî anî ziman ku di telefonên welatiyên biyanî de, hatine dîtin ku ji cihên bilind û navendên girîng wêne û vîdeo hatine kişandin û cihên wan hatine şandin.

Herwiha Muntezarulmehdî got ku 261 kes bi gumana sîxurîyê û 172 kes jî bi tawana kişandina wêneyên bêyî destûr hatine girtin. Muntezarulmehdî got ku piştî lêkolîna telefonên gumanbar û tawanbaran, 30 bûyerên ewlehiyê yên taybet hatine tespîtkirin, lê derbarê rewşa heyî ya 21 hezar kesên girtî de ti agahî parve nekir.

Kurdistan Haberleri

Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye