Li Îranê dê êdî jin bikaribin bikevine yarîgehan

.

Encûmena Ewlehiya Nîştimanî ya Îrane rê da ku jin bikevin yarîgehên futbolê.

Serokê Federasyona Futbolê ya Îranê Mehdî Tac îro Înê ragihand ku pirsgirêka çûyîna jinan a ji bo yarîgehên futbolê hatiye çareserkirin û ji aliyê Encûmena Ewlehiya Nîştimanî ya Îrane ve hatiye pesendkirin.

Li gorî biryarê, komîteyeke ku ji nûnerên Wezareta Navxwe, Wezareta Werziş û Ciwanan, Federasyona Futbolê, saziyên ewlehiyê yên îstixbaratê û Supaya Pasdaran pêk tê dê li ser çawaniya ku jin biçin yarîgehên futbolê biryarê bidin.

Serokê Federasyona Futbolê ya Îranê dibêje li Kirman, Îsfehan û Ehwazê jin dikarin bikevin yarîgehan lê divê amadekarî bên kirin ku jin bikaribin biçine Yarîgeha Azadî ya Tehranê.

Di sala 2022an de FIFAyê di nameyekê de ji Federasyona Futbolê ya Îranê re ragihandibû, heger rê nedin ku jin derbasî yarîgehan bibin dê tîma neteweyî ya wî welatî ji lîstikên navneteweyî were dûrxistin

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ