Li Îranê Çalakîyên Rûniştinê yên Xwendekarên Zanîngehan Didomin

.

Xwendekarên zanîngehên Îranê îro Sêşemê çalakîyên xwe yên rûniştinê li serên sere welêt berdewam kirin, tevî hişyarîyên tund û tepeserkirineke kujer yên hêzên ewlekarî.

Xwendekarên zanîngehên Îranê do Duşemê bi armanca piştgirîkirina hîn ji mezintirîn xwepêşandanên ji şoreşa 1979’an vir ve, dest bi çalakîyên rûniştinê kirin, ku di 16’ê Îlonê de, piştî kuştina keça Kurd Jîna (Mahsa) Emînî ya 22 salî destpê kirin.

Ajansa Nûçeyan ya Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) ku navenda wê li Amerîka ye, ragihand ku çalakîyên rûniştinê li gelek bajaran pêk tên, di nav de li Tehran û li Îsfehanê.

Li gor ragihandina bizavkar û vîdyoyên ser medya civakî, li bajarên Kurdan yên wek Merîwan, Saqiz, Pîranşar û yên din jî xwendekar bi xurtî tevlî çalakîyên rûniştinê dibin û zanîngeh kirine qadên nerazîbûn û xwepêşandanê.

Hat ragihandin ku xwendekar li wan bajarên Kurdan daketin kolanan û bi qêrînan hemberî dewleta komarî ya Îslamî Îranê nerazîbûn nîşan dane û bi bi qêrînên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jî biryardarîya xwe dîyar kirine.

Li gelek bajaran jî di çarçoveya serhildanê de welatyan dikanên xwe venekirine û bazar girtî mane.

HRANA do Duşemê ragihand ku heya niha di xwepêşandanan de herî kêm 287 kes hatine kuştin, ku ji wan 46 zarok in û bi sedan kes birîndar bûne.

Ajansê herwiha eşkere kir ku di xwepêşandanên li 133 bajar û bajarok û 129 zanîngehan de 14 hezar û 160 kes, di nav wan de 300 xwendekar, hatine girtin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû
Jiyan Omer: Heta sîstemeke nenavendî neyê avakirin, pirsgirêkên Sûriyeyê çareser nabin
Dana Gas û Crescent Petroleumê 2 milyon dolar dan mexdûrên lehiya Çemçemalê