Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêdeyî 100 kesan ji ber jehrîkirinê hatin desteserkirin

.

 Wezareta Navxwe ya  Îranê desteserkirina zêdetirî 100 kesan girêdayî mijara jehrêkirina xwendekaran ragihand.

Wezareta Navxwe ya  Îranê di daxuyaniyekê de rahand ku ji ber jehrêkirina xwendekaran li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zêdetirî 100 kesan hatine desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Îranê, ew kes li parêzgehên Urmiye, Sine, Hemedan, Tewrêz, Gîlan, Xozistan, Zencan, Xorasana Rezewî, Fars û Qumê hatine desteserkirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku “hinek kesên girêdayî hêzên opozîsyonê di nav wan desteserkiriyan de hene, ku bi mebesta rawestandina proseya xwendinê bi madeyên bê metirsî xwendekar jehrî kirine.”

Ji aliyê din, li 6 bajarên Ewropa revenda Îranê civînên nerazîtiyê li dijî jehrîkirina xwendekaran lidar xistin û ew kar bi planên desthilata Îranê dan zanîn û li dijî Komara Îslamî ya Îranê drûşm berz kirin.

Civînên nerazîtiyên Îraniyan li bajarên Frakfurt, Munchen, Hamburg ên Almanya û Kopenhaga  paytexta Danmarkê û Stockholm a paytexta Swêdê bûn.

Herwiha  hat diyarkirin ku ji hefteya borî vir ve hejmara jehrîbûnê gelekî kêm bûye.

Jehrîbûna xwendekaran 3 mehan berî niha ji bajarê Qumê dest pê kiribû lê berî çend rojan piştî vê li piraniya parêzgehên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hatibû dîtin.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt