Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir

.

Li bajarên Rojhilatê Kudistanê û Îranê vê sibê greva giştî dest pê kir û tê gotin ku grev dê heta sê rojan berdewam be.

Li bajarên Rojhilatê Kudistanê û Îranê vê sibê greva giştî dest pê kir û tê gotin ku grev dê heta sê rojan berdewam be.

Dikanên cadeyên Lalezar, Elîesr, Setarxan, Baxê Supasalar û çend navçeyên din ên Tehran û Gewherdeşt, Ferdîs û Mêhrşehrê Kerc girtî ne.

Ji hefteya borî ve, çend rêxistin û navendên navxwe û derve yên Îranê, banga greva giştî û girtina dikanan bo dema sê rojan (Duşem, Sêşem û Çarşem) kirine.

Herwiha îro dikandarên bajarên Tewrêz, Esfehan, Urmiye, Meşhed, Neyşabûr, Şîraz, Kirman, Erak, Reşt, Enzelî, Lahîcan, Bicnûrd, Benderebas, Bûşehr, Yezdanşehr, Sine, Merîwan, Mehabad, Pawe, Seqiz, Îlam, Kengawer, Dêwlan, Dîwandere û Şino dikanên xwe venekirin.

Ji aliyekî din ve, dikandarên qada Neqşî ya Cîhanî ya Esfehanê û bazara ferşê ya Tewrêzê, dikanên xwe girtin.

Li çend bajar û bazarên parêzgehên Faris, Bûşehr, Kirmaşan, Sîstan, Belûçistan û Xuzistan grev birêve çû.

Zêdetirî 80 roj in xwepêşandan li bajar û bajarojên Îran û Rojhilatê Kurdistanê birêve diçin. Piraniya wan xwepêşandanan, rastî karvendanên tund ên hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê hatin û li gor çalakvanên mafên mirovan, heta niha zêdetirî 480 xwepêşander canê xwe ji dest dane û 18 hezar kes jî hatine desteserkirin.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin