Li Hollandayê Civîna Danasîna Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

.

Civîna danasîna Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) , roja yekşemê, 22.10.2023yê, li avahîya KOÇ-KAKê, li bajarê Arnhem a Hollandayê pêk hat.

Serokê Komîteya Ewropayê û endamê Komîteya Birevebir a Navendîya PWKyê M.Baran Boskan civîn birevebir. Civînê bi rawestana rûmet girtina nemirên têkoşîna doza azadîya Kurd û Kurdistanê ve destpêkir.

Beşdarên civînê ji her çar parçeyên Kurdistanê partî kesayetiyên kurdan bûn.

Beşdaran bi pêşkêşkirinên desteyên gulan û bi gotinan pîrozbayî ya PWKyê kirin.

M.Baran Boskan di derbarê avabûna PWKyê de agahdarî da û bi kurtayî lênerînên PWK yê di derbareyê bûyera kiryara PKKê ya li Enqereyê û êrîşên Tirkiyeyê li ser gelê kurd ên sivîl ên li Rojavayê Kurdistanê pêşkêş kir. Baran Boskan, nerazîbûna xwe di derbarê êrîşên HAMASê li dijê sivîl û hêzên Îsraîlê û êrîşên Îsraîlê yên li ser gelê Filistînê yên sivîl anî zimên.

Herweha durûtîya cîhanê anî zimên.

Baran Boskan, di derbarê demajoya avakirina PWKyê, rewşa xebat û hevkarîyên salên dawî yên Kurdistana Bakur û rewşa Kongreya avakirina PWKyê de agahdarî da, bîr û rayên PWKyê pêşkêşê beşdaran kir.

Piştre wêneya Serokê PWKyê birêz Mustefa Ozçelîk ya gotara Kongreyê û çend wêneyên ji Kongreya avakirina PWK yê û wêneyên Civîna Çapemenîyê ya piştî Kongreya avakirinê hate pêşkêş kirin.

Her weha siyaseta PWKyê ji beşdaran re hat zelal kirin.

Piştî navbeynekê di beşa duduyan de pirsên beşdaran hatin wergirtin û bi zelalî bersîva wan hat dayin.

Piştî bi germî domandina sê seet û nîvan, civîn bi kêfxweşî ya beşdaran ve bi dawî bû.

Gelek partîyên sîyasî, sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, li gel endamên PWKyê beşdarî civînê bûn.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî diçe Îmaratê
Krîza 'dorpêça dualî' ya li Tengava Hurmizê kûrtir dibe
Xezîneyeke nû ya zimanê Kurdî: Etîmolojiya zaravayên Kurdî derket
Yekîtiya Ewropayê bangî Îranê kir: Îdaman rawestînin û girtiyan serbest berdin
Îraq: Pergala dijîdron Herêma Kurdistanê li xwe nagire