Li Hisîçayê şahiya piştgiriya HSDyê hat lidarxistin

.

Li Parka 4ê Nîsanê ya bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê, ji bo piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) şahiyek hat lidarxistin.

Endamê Komîteya Amadekar a Şahiyê Mihemed Haco ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku hemû pêkhateyên bajarê Hisîçayê bi awayekî berfireh beşdar bûne.

Di şahiyê de, piştî xulekek rêzgirtinê ya ji bo giyanê şehîdan, Fermandarê HSDyê Hisên Selmo gotarek pêşkêş kir û tekez kir ku HSD hêza hemû pêkhateyên “Bakurrojhilatê Sûriyeyê” ye.

Her wiha hunermend Sefqan Orkêş, Yara Ehmed, Sîpan Agirî û Keder Hisên stran gotin, piştgiriya xwe ji bo HSDyê nîşan da û banga yekrêziya niştimanî kir.

Di şahiyê de, Alaya Kurdistanê û flamayên HSDyê hatin bilindkirin û dirûşmên piştgiriya HSDyê û yekrêziyê hatin gotin.

Siyaset Haberleri

Amerîka: Em dê heta 30ê Îlonê hêzên xwe ji Îraqê vekişînin
Li Almanyayê 4 Kurdên Êzidî bûn endamên meclisa şaredariyê
Hilbijartinên Swêdê: Şansê serkeftinê yê çend namzedên Kurd heye?
Li Yemenê şer gur dibe: Balafirên şer ên Erebistana Siûdî li Hûsiyan dixin
Li Stenbolê hezar xwendekar ji dersa Kurdiyê hatin bêparkirin