Li Hindistanê balefireke rêwiyan ket û 260 kesan canê xwe ji dest da

.

 Balafireke Air Indiayê  ku ji bajarê Ahmedabadê yê Hindistanê ber bi Londonê ve diçû, tenê piştî rabûnê bi 3 saniyeyan qeza û 260 kesan canê xwe ji dest da.

Ev qeza wekî yek ji karesatên tê de ziyanên canî yên hewavaniya sivîl a 10 salên dawî hate tomarkirin.

Li gorî agahiyên destpêkê, guhêrbarên sotemeniyê yên her du motorên balafira Boeing 787-8ê, ku bi motorên GEnx-1B yên GE Aviationê ve hatine çêkirin, ji “run” bo “qut” hatine veguheztin. Çalakiyê herikîna sotemeniyê ya bo motoran ji nişka ve rawestand, û bû sedema windabûna hêza kişandin û bilindbûnê. Tomara dengê kokpîtê nîşan dide ku pîlotek ji yê din dipirse, “Çima te sotemenî qut kir?” û bersiva “Min nekir” tê.

Pisporê hewavaniyê yê Amerîkî John Cox diyar kir ku guhêrbarên qutkirina sotemeniyê bi gelemperî bi xeletî nayên çalakkirin û tenê ji bo girtina motoran piştî daketinê an di rewşên awarte de têne bikaranîn. Li gorî lêkolînên destpêkê tu nîşaneyên şewata motorê an rewşeke awarte nîşan nadin.

Buroya Lêkolîna Qezayên Balafiran a Wezareta Hewayî ya Sivîl a Hindistanê ragihand ku heya encama lêpirsînê, ji bo motorên Boeing 787-8 an GEnx-1B tu tedbîr ne hewce ne.

Boeing, Air India û GE Aviationê hîn daxuyaniyek fermî nedane.

Hat diyarkirin ku lêpirsîn berdewam dike da ku sedema vê karesata mezin eşkere bibin.

Kurdistan Haberleri

Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye