Li heyamê 10 mehên derbasbûyî de, rejîma Îranê zêdetir ji 600 kesî bidar vekirine

.javascript:;

Rêkxirawa Mafê Mirovî li Îranê li derheq bidarvekirina girtiyan li Îranê de raporek belav kir ku li vê raporê de hatiye îşarekirin ku li hemayê kêmtir ji salekê de rejîma Îranê zêdetir ji 600 kes ji girtiyan bidar vekirine.

Rêkxistina Mafê Mirovî li Îranê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku rejîma Îranê ji sala 2016 a Zayînî ve heta niha her salê kêmtir ji 600 girtiyan li girtîgehên xwe de bidar vekirne, lê li wan 10 mehên derbasbûyî de rejîma Îranê 604 girtî bi sûçên cuda cuda bidar vekirine.

Herwisa li vê raporê de hatiye ku cîbicîkirina cezaya bidarvekirina 90 kesî li 10ê Xezelwera Îsal de li girtîgeha “Qizil Hisar” a rejîmê li bajarê Kerecê de bi rê ve çoye.

Wê rêkxistina mafê mirovî daxwaz ji civaka cîhanî kiriye ku bidarvekirina girtiyan li girtîgehên rejîma Îranê de bi tundî şermezar bikin.

Kurdistan Haberleri

Kedkarê doza Kurdistanê Abdulxenî Bakir li Mêrdînê hate veşartin
Xelkê Siwêdayê daxwaza vekişîna hêzên Şamê dike
Li Dêrsimê aşê gundê Elewiyan kirine mizgeft
Şeybanî: Em û HSDyê ji nêzîkbûna leşkerî derbasî çareserkirina pirsgirêkan bûn
Nêçîrvan Barzanî: Divê ne Zona Kesk û Zona Zer, tenê Zona Kurdistanê hebe