Li Hewlêrê yekemîn pêketina bi Taya Xwînberbûnê hat qeydkirin

.

Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê îro ragihand, yekemîn pêketina Taya Xwînberbûnê ya Kongo li Nexweşxaneya Raperîn a bajarê Hewlêrê hatiye qeydkirin.

Di daxuyaniya xwe de, Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê dibêje, kesê bi vê nexweşiyê ketiye, encama pişkinîna wî kesî li Nexweşxaneya Raperînê derketiye û diyar bûye ku bi Taya Xwînerbûnê ya Kongo ketiye.

Li gor daxuyaniyê, “ew kes xelkê bajarê Hewlêrê û 17 salî ye û niha di jêr çavdêriya hûr da pizîşkan de ye.”

Ev yekem kêysa pêketina bi taya xwînberbûnê ya Kongo li Herêma Kurdistanê ye.

Roja 7ê Gulana 2022an Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed ragihandibû, ku “zarokekî 2 salî guman li ser heye ku tûşî nexweşiay Taya Xwînberbûnê ya Kongo bûbe û sampila xwînê jê hatiye wergirtin.”

Bi gotina Dilovan Mihemed, ew zarok 2 salî ye û malbata wî ji navenda Iraqê ve hatine Herêma Kurdistanê.

Li Iraqê ew demek e ku nexweşiya Taya Xwînberbûnê ya Kongo belav bûye ku ji ajelan ve bo mirovan tê veguhastin û heta niha bi dehan kêysên vê nexweşiyê li bajar û bajarokên Iraqê Iraqê hatine tomarkirin.

Roja 1ê Gulana 2022an jî yekemîn pêketina bi Taya Xwînberbûnê li Kerkûkê hatibû ragihandin. Rêveberiya Tendirustiya Kerkûkê ji Rûdawê re ragihandibû, “kesê bi nexweşiyê ketiye, goştfiroş e û hatiye karantînkirin.”

Tendirustiya Kerkûkê bo rêgirtin li tomarkirina nexweşiya Taya Xwînberbûnê û belavbûna wê , ji bilî komîteyên meydanî yên hevbeş, komîteke tendirustiyê li nexweşxaneyan pêk aniye, ji bo ku ji tendirustiya xelkê piştrast bin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e