Li Hewlêrê nûnertiya bazirganî ya Erebistana Siûdî hate vekirin

.

 Li Hewlêrê îro 19ê Îlonê bi merasîmekê nûnertiya bazirganiya Siûdî hate vekirin.

Hate ragihandin ku îro Pêncşemê bi beşdariya Balyozê Siûdî yê li Iraqê Ebdulezîz Elî Şemerî û berpirsê Odeya Bazirganî û Desteya Veberhênanê li Herêma Kurdistanê, bi merasîmeke îmzekirinê ofîsa nûnertiya bazirganiya Siûdî li Hewlêrê hate vekirin.

Serokê Desteya Veberhênan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Şukrî li ser vekirina nûnertiya bazirganî ya Siûdî got: “Vekirina ofîsê gelek girîng e, ji ber deriyê zêdetir ê bazirganiya di navbera Siûdiyê û Herêma Kurdistanê de wê veke û hêsankariyeke zêde wê ji bo bazirganên herdu aliyan çêbike.”

Şukrî got: “Wê ofîs hêsankariyê ji bo bazirganan û veberhêneran û xwediyên kar û hatûçûna wan çêbike, wê ne tenê ji bo mijara hec û umreyê ji bo mijarên aborî û bazirganiyê jî deriyan veke.”

Balyozê Erebistana Siûdî Ebdulezîz Elî Şemerî, piştevaniya xwe ya ji bo bihêzkirina pêwendiyên bazirganî û aborî yên welatê xwe li gel Herêma Kurdistanê anî ziman û got: “Em amade ne ji bo anîna her tiştekî ku li Herêma Kurdistanê bê berhemanîn hemû hêsankariyan bikin.”

PeyamaKurd

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî diçe Îmaratê
Krîza 'dorpêça dualî' ya li Tengava Hurmizê kûrtir dibe
Xezîneyeke nû ya zimanê Kurdî: Etîmolojiya zaravayên Kurdî derket
Yekîtiya Ewropayê bangî Îranê kir: Îdaman rawestînin û girtiyan serbest berdin
Îraq: Pergala dijîdron Herêma Kurdistanê li xwe nagire