Li Hewlêrê Konferansa Zanistî ya Nasandina Jenosîda Kurdên Feylî birêve diçe

.

Bi amadebûna Serok Barzanî û hejmarek ji rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Konferansa Zanistî ya Navdewletî ya Nasandina Jenosîda Kurdên Feylî li bajarê Hewlêrê birêve diçe.

Îro sêşemê 2ê Gulana 2023an, Konferansa Zanistî ya Navdewletî ya Nasandina Jenosîda Kurdên Feylî ji bo axaftina li ser nasandina jenosîda Kurdên Feylî, ku di çend qonaxên cuda de ji destpêka sala 1980 heta dawiyên sala 1990î berdewam bû, birêve diçe.

Konferans bi hevbeşiya navbera zanîngehên Duhok, Hewlêr û Soranê tê lidarxistin û li jêr serperiştiya Baregeha Barzanî bo sê rojan berdewam dibe.

Serok Mesûd Barzanî, rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê, mamosteyên zanîngeh û peymangehan û hejmareke mezin a dîroknas û çalakvanên li navxwe û derveyê Herêma Kurdistanê beşdarî konferansê dibin.

Li gor amarên herî dawî yên piştrastkirî, heta niha zêdetirî 22 hezar Kurdên Feylî winda ne û ji destpêka sala 1980 heta 1990î, 14 cihên Kurdên Feylî bi temamî wêran bûne û beşeke mezin ji wan bi zorê bo sînorên Îranê hatine şandin.

K24

Kurdistan Haberleri

Îdareya Trump şertên giran bo Hikûmeta Iraqê danan
Medyayê Îranê: Amerîka û Îranê li Tengava Hurmizê hêleke taybet a pêwendiyê ava kir
DNO ya Norwêcî li Herêma Kurdistanê dest bi berhemanîna petrolê dike
Mihemedê Hacî Mehmûd: Qewareya Kurdistanê berhema xwîna şehîdan e, ji nav naçe
Amerîka û welatên Kendavê bangî Îranê kir