Li Hewlêrê kampanyaya qedexekirina cixareyên elektronîk dest pê kir

.

Li Hewlêrê kampanyaya qedexekirina cixareyên elektronîk dest pê kir û hemû cihên ku cixareyên elektronîk lê tên firotin dê bên girtin. Wezareta Tendirustiyê jî dibêje: Ev cixareya elektronîk gelek zirarê digihîne welatiyan.

Nûnerê Wezareta Tendirustiyê Silêman Mihemed ji K24ê re ragihand, ziyanên ji cixareya elektronîk “vaping” ji cixareya asayî zêdetir e û madeyeke ziyanker tê de ye.

Silêman Mihemed got: “Tam û bihna cixareya elektronîk bi awayekî zêde dibe ku bikarhêner di demeke kin de alûde dibe.”

Cihên ku cixareya elektronîk difroşin wek dukan û bazar beriya niha hatibûn hişyarkirin û dawî molet ji bo hatibû dayîn ku ew cixareyên elektronîk nefiroşin, lê hin xwediyên dikanan pabend nebûn.

Nûnerê Çavdêriya Bazirganiyê Soran Mihemed ji K24ê re ragihand: “Em hewl didin cixareya elektronîk li hemû bazar, dukan û navendan ji holê rakin.”

Soran Mihemed diyar kir, biryara qedexekirina firotina cixareya elektronîk li seranserê Herêma Kurdistanê jî derbas dibe.

Biryara qedexeya cixareyên elektronîk di 2ê Çileya 2024an de ket warê cibicîkirinê û li kû be dê bê rakirin. Îro bi sedan cixareyên elektronîk hatin desteserkirin û zêdeyî 10 dukan hatin girtin.

K24

Kurdistan Haberleri

Bi dronan êrişî Hêzên Zagrosê kirin: 2 birîndar
Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî koça dawî kir
Sîpan Hemo bû Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê
Şandeyeke Kurdên Êzidî bi Erdogan re civiya
Nezîr Akat û Gulê Jiyana Serok Barzanî Dinirxînin