Li Hewlêrê Festîvala Gulan dest pê dike

.

 Rêveberê Endezyariya Parkan a Hewlêrê, ji K24 re ragihand, sibe 15ê Gulanê Festîvala Gulan li Hewlêrê, li ber Parka Şanederê, dest pê dike û tê de dê gelek kompanî û şitilgeh beşdar bibin.

Rêveberê Endezyariya Parkan Rêbîn Ehmed diyar kir, ev çaremîn festîvala gulan e ku li Hewlêrê tê lidarxistin û dê 40 kompanî û şitilgeh bi gulên cihêreng, dar û berhemên xwe beşdarî festîvalê bibin.

Derbarê gulên ku dê bên nîşandan de, Rêbîn Ehmed got: "Piraniya gulan li Kurdistanê tên berhemanîn û ji aliyê şitilgehên Kurdistanê ve girîngî bi wan tê dayîn. Herwiha hinek gul jî ji derve tên hawerdekirin û dê di festîvalê de bên nîşandan."

Li ser bihayê berheman jî, Rêveberê Endezyariya Parkan da zanîn, "kompanî serbest in ka dê daxistinê li ser berhemên xwe bikin yan na."

Rêbîn Ehmed herwiha ragihand, ev festîval her sal li Hewlêrê tê lidarxistin û dê sê rojan berdewam bike. Festîval wek derfetek ji bo hezkiriyên gulan û keskahiyê tê dîtin ku ji nêz ve berhemên cihêreng bibînin û bikirin.

Kurdistan Haberleri

Mezlûm Ebdî eşkere kir: HSD dê çawa tevlî artêşê bibe?
31 rêxistinan binpêkirinên li dijî xelkê Efrînê şermezar kirin
Parîs di şokê de ye: Cewherên xanima Napoleon hatin dizîn
David Petraeus: Ji bilî çiyayan, Amerîka jî dostê Kurdan e
EFRÎN - Çekdar zeytûnan didizin, hikûmet bes ‘biryarnameyan’ derdixe