Li Hewlêrê bi sedan cûre maddeyên hişber hatin jinavbirin

.

Efserê Rêveberiya Giştî ya Nehiştina Maddeyên Hişber dibêje, di heft mehên yekem ên îsal de 756 kes bi tometa bikaranîn û firotina maddeyên hişber desteser kirine.

 Li Hewlêrê bi sedan cûre maddeyên hişber hatin şewitandin û jinavbirin. Efserê Rêveberiya Giştî ya Nehiştina Maddeyên Hişber dibêje, di heft mehên yekem ên îsal de 756 kes bi tometa bikaranîn û firotina maddeyên hişber desteser kirine.

Îro Sêşemê 5ê Îlona 2023an, bi amadebûna dezgehên ragihandinê, Rêveberiya Giştî ya Nehiştina Maddeyên Hişber a Herêma Kurdistanê bi sedan cûre maddeyên hişber ku ji heb, derzî, şirûb û giya pêk hatibûn, şewitandin û jinav birin.

Efserê Rêveberiya Giştî ya Nehiştina Maddeyên Hişber Ehmed Mihemed di konferanseke rojnamevanî de hejmar û cûreyên maddeyên hişber ên ku rêveberiyê şewitandin û jinav birin, eşkere kir. Herwiha destnîşan kir ku piraniya wan maddeyên hişber ên hatine jinavbirin, bi awayê qaçax ji welatên cîran bo nav Herêma Kurdistanê hatine anîn.

Li ser hejmara wan bazirgan û bikarhênerên maddeyên hişber ku ji aliyê rêveberiyê ve hatine desteserkirin, Ehmed Mihemed eşkere kir: “Ji roja 1ê Çileya 2023an heta 31ê Tîrmeha 2023an, me kariye 276 bazirgan û 485 bikarhênerên maddeyên hişber desteser bikin, ku bi giştî dike 756 kes.”

(K24)

Kurdistan Haberleri

Zohran Mamdani bû yekem şaredarê Misilman ê New Yorkê
Li Tehranê metirsiya mezin: ‘Tenê têra 2 hefteyan ava me maye’
DW: Berpirsê PKKyê yê Hamburgê hat desteserkirin
Koşka Spî: Serok Trump dê duşemê bi Ehmed Şer re bicive
Şirketeke Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê ofîsa xwe vekir