Li Hewlêrê ahenga îmzekirina pirtûkeke li ser 7 jinên Kurdên Êzidî birêve çû

.

Li Pirtûkxaneya Giştî ya di nav Parka Samî Ebdulrehman li Hewlêrê de ye, ahenga îmzekirina pirtûkeke behsa serpêhatiya 7 keçên Kurdên Êzidî dike birêve çû.

Pirtûka "Pergament, Zincîr û Perde" ku bi Erebî ye ji 7 çîrokan pêk tê parêzera Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê Îlham Ebdulrehman nivîsandiye û yekemîn berhema wê ye.

Pirtûk li Bexdayê hatiye çapkirin, li seranserî Kurdistanê û Iraqê hatiye belavkirin û gelek gotar li ser hatine nivîsandin.

Pirtûk behsa serpêhatî 7 jin û keçên Kurdên Êzidî yên Şengalê dike ku li ser destên çekdarên DAIŞê hatibûne revandin.

Nivîskar Îlham Ebdulrehman li ser pirtûka xwe ji Nûçegihana Rûdawê Helebce Sedûn re got, “Naveroka pirtûkê çîrokên 7 keç û jinên Kurd ên Êzidî ye ku terorîstên DAIŞê ew revandibûn û hinek ji wan bi salan di nava DAIŞê de man, bi dehan caran ew firotin û îşkence kirin. Dema ku ew vegeriyan jî di nava konan de jiyan ku jiyaneke ne zêde xweştir ji jiyana wan a berê.”

Îlham Ebdulrehman anî ziman, “Jiyana di nav kampan de gelekî zehmet e, xizmetguzarî nayê kirin, pizîşk nînin, aborî xirab e. ”

Nivîskar Îlham Ebdulrehman diyar kir ku ew piştî ku têne rizgarkirin jî, ew keç û jinên Êzidî dikevine rewşa derûnî ya xirab û gelek zehmetiyan dibînin.

Îlham Ebdulrehman, ji sala 2004an ve, piştî Serhildana Qamişlo, hate Başûrê Kurdistanê û xwendina xwe li Kolêja Yasayî berdewam kir. Li Hewlêrê dijî û ji 15 salan ve parêzer e.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Waltz û cîgirê xwe dest ji karê xwe berdidin
Mesrefên leşkerî li seranserê cîhanê gihîştin asta herî bilind a 36 salan
Parêzagariya Stenbolê: 384 kes di çalakiyên 1ê Gulanê de hatin desteserkirin
Akademîsyen Azad Elî: Beşeke Durziyan Kurd in
Lêkolîn - Xizaniya herî zêde li Bakurê Kurdistanê ye