Li Hesekê teqîn: 5 kesên ji malbateke Kurd jiyana xwe ji dest dan

.

 Li rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di encama teqîna bombeyekê de 5 welatiyên Kurd canên xwe ji dest dane ku ji malbatekê ne û dayik û bav û 3 zarokên wan in.

Li gor agahiyan, bûyera teqînê roja Şemiyê 14ê Çileya 2023an li gundê Debî li rojhilatê bajarê Hesekê çê bûye.

Televîzyoneke xwecihî ya Hesekê ya ser bi hikûmeta Sûriyê ve ragihandiye, mînek li gundê Debî li rojhilatê bajarê Hesekê bi barhilgira malbatê ve teqiyaye û di encamê de 5 kesan canên xwe ji dest dane û kesek jî birîndar bûye.

Li gor zanyariyan, kesên hatine kuştin ji malbatekê ne; dayik û bavek û 3 zarokan.

Di teqînê de, zilamê malê Xidir Elî (43 salî), hevjîna wî Miha Hisên 34 salî û 3 zarokên wan ên bi  Elî (14 salî), Hebîb (12 salî) û Mihemed (9 salî) jiyana xwe ji dest dane.

Di heman bûyerê de welatiya bi navê Rîm El-Îsa (29 salî) jî birîdnar bûye.

Xelîl Ehmed, hevlingê Xidir Elî ji Rûdawê re got, ku teqîn li gundê Debî çê bûye ku li Çiyayê Kewkebê ye û di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de ye.

Kurdistan Haberleri

Hevkariya nû ya Îraq û Amerîkayê Pêşmergeyan jî li xwe digire
Goreke komî li nêzî balafirgehê hat dîtin
Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe