Li Hesekê forumeke navdewletî ya li ser Peymana Lozanê hat lidarxistin

.

Di sedsaliya Peymana Lozanê de ku 24ê Tîrmeha 1923an de hatibû îmzekirin li Heseke ya Rojavayê Kurdistanê forumeke navdewletî hate lidarxistin.

Li Rojavayê Kurdistanê foruma navdewletî li ser Peymana Lozanê hat lidarxistin. Di forumê de ku li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê du rojan berdewam kir, nêzî 150 kesayetiyên siyasî, mafnas û lêkoler derbarê Rojhilata Navîn de beşdar bûn. Li welatên ewropî jî çalakî ji bo heman sedsaliya peymana Lozanê hatibûn kirin. Dr. Sadedîn Mela, Kordînatorê Komîteya Peymana Lozanê, û Kovan Kinho, endamê foruma navdewletî derbarê Lozanê mêvanên bernameya Çavê Sêyem a radioya Rûdawê derbarê vê mijarê de bûn.

Kordînatorê Komîteya Peymana Lozanê Dr. Sadedîn Mela anî ziman, “Niha tiştên di dest Kurdan de hene jî li Rojava û Başûr Tirkiye êrîşî wan dike.”

Endamê Foruma Navdewletî derbarê Lozanê Kovan Kinho jî got, “Ne tenê wek Rêveberiya Xweser divê em wek partiyên Kurdistanî em bi hev re bixebitin.”

Peymana Lozanê 24ê Tîrmeha 1923an  li bajarê Lozanê yê Swîsreyê di navbera Tirkiyê û welatên Hevpeyman weke Brîtanya, Fransa, Îtalya û çend welatên din de hatiye îmzekirin.

Peymana Lozanê, Peymana Sêvrê ku li gorî wê avabûna dewleta Kurdistanê dihate pêşbînîkirin, hilweşand û bû astengiya sereke li pêş serxwebûna Kurdistanê.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle