Li Hesekê di teqîna bombeyên şer de zarokek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn

.

Di encama teqîna 2 bombeyên ji paşmayên şer li gundewarê Hesekê de, zarokekî canê xwe ji dest da û 4 zarokên din jî birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li gundê Um El-Kubir yê li başûrê Hesekê, di encam teqîna bombeyekê de, zarokeke 7 salî canê xwe ji dest da.

Ragihand jî, li gundê Til Ziêtir yê li çiyayê Ebdulezîz yê Hesekê jî dema zarokan pezê xwe diçêrandin, bombeyek teqiya û di encamê de 4 zarok birîndar bûn.

Li gor zanyariyên Rewangehê, ji destpêka îsal ve li seranserî Sûriyê 12 kesan di encama teqîna bombeyan de canê xwe ji dest dane û 24 kes jî birîndar bûne.

Li Sûriyê û ji ber berdewamiya şer û pevçûnan di navbera aliyên cuda de, mîn û bombe bi awayekî berfireh li cihê cuda hatine vedan. Di encama teqînan wan paşmayan de, welatiyên sivîl dibin qurbanî.

Rêxistinên mafên mirovan û çalakvanên Sûriyê bi berdewamî daxwaz ji aliyên navdewletî yên pêwendîdar dikin, wan paşmayan rakin, ji berk u gefeke mezin li ser jiyana welatiyan dike.

Kurdistan Haberleri

DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin
Di navbera pêwîstiya Kurdan û nêrîna Hikumeta Demkî de statuya zimanê Kurdî
Îraq: Hinardeya petrolê ya Herêma Kurdistanê dikare bigihîje 500 hezar bermîlan
Nêçîrvan Barzanî û Elî Zeydî: Divê hikûmeta nû xizmeta hemû pêkhateyan bike