Li Hesekê 3 şervanên HSDˈê di teqînekê de hatin kuştin

.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) ragihand, di teqîna şeva borî ya li bajarê Hesekê de, 3 şervanên HSDˈê canê xwe jidest dan.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di dixuaniyekê de ragihand, şeva borî li bajarê Hesekê otomobîlek li taxa hat bi rêya mayînekê teqandin.

Diyar kir jî, “Di encama teqînê de 3 şervanên HSDˈê canê xwe jidest dan.”

Di daxuyaniyê de hat gotin jî: “Hêzên me têkoşîna li dijî terorê û paqijkirina gundewarên Hesekê bi taybet herêma Holê û kamp ji şaneyên terorîst û alîkarên wan didomînin. Hemwextî vê xebatê jî aliyên dijber ev teqîn kirin.”

Ji roja 6ê Mijdarê ve ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) ve Operasyona Ewlekariya Domdar li kampa Holê û derdora ve tê destpêkirin.

Li gorî zanyariyên ku fermandarên operasyonê, heta niha 84 çekdarên DAIŞ’ê û hevkarên wan li kampa Holê û derdora wî hatine girtin û hîn jî lêgerînên li hundirê kampê berdewam in.

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide