Li Herêma Kurdistanê zêdetirî 13 hezar û 500 kes bûne qurbaniyên teqîna mînan

.

Dezgeha giştî ya karûbarên mînan li Herêma Kurdistanê ragehand, heta niha zêdetirî 13 hezar û 500 kes ji ber teqîna mînan bûne qurbanî.

Duhî, 4 Nîsanê roja cîhanî ya hişyarkirin li mînan bû. Bi vê helkeftê, dezgeha giştî ya karûbarên mînan ya Herêma Kurdistanê amara qurbaniyên teqîna mînan li Kurdistanê belav kir.

Li gorî wê amarê, heta niha li Herêma Kurdistanê zêdetirî 13 hezar û 500 kes ji ber teqîna mînan bûne qurbanî. Beşek ji wan canê xwe ji dest dane û beşek jî birîndar bûne.

Dezgeha giştî ya karûbarên mînan bang li xelkê Kurdistanê jî kiriye, her gava mînek yan jî teqemeniyek dîtin, destê xwe nedinê û destkarî nekin û bi hejmara 182 karmendên dezgehê agahdar bikin.

Li gorî agahiyên dezgeha mînan, li Herêma Kurdistanê heta niha jî rûberek mezin ji erdê Kurdistanê mînkirî ye û nehatine paqijkirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin