Li Herêma Kurdistanê 22 kelehên leşkerî hene

.

 Li Herêma Kurdistanê zêdetirî 6 hezar û 500 şûnwarên dîrokî hatine tomarkirin, ku di nav wan de 22 kelehên leşkerî yên girîng hene û piraniya wan jî li sînorê parêzgeha Hewlêrê ne.

Rêveberê Nûjenkirinê yê li Rêveberiya Şûnwarên Herêma Kurdistanê Cemal Cemîl îro 11ê Hezîranê ji malpera K24ê re ragihand: "Li Herêma Kurdistanê hejmareke mezin a keleh û şûnwaran hene. Hejmara wan kelehên leşkerî yên li deverên cuda yên Herêma Kurdistanê ku heta niha mane û hatine parastin, 22 keleh in. Hinek ji wan ji bo armancên îdarî hatine bikaranîn."

Cemal Cemîl da zanîn, xebatên wan ên lêkolînê berdewam dikin û got: "Berdewam kelehên nû tên dîtin û em rûpîvandinê ji wan re dikin. Hinek ji wan tên nûjenkirin û hinekên din jî pêdiviya wan bi nûjenkirinê heye."

Cemal Cemîl eşkere kir, piraniya van kelehan di serdema Mîrê Soranê, Mîr Mihemed Paşayê Rewandizî de, ji bo armancên leşkerî hatine avakirin.

Hin Kelehên Tomarkirî yên li Herêma Kurdistanê:

Li gorî Rêveberiya Şûnwarên Herêma Kurdistanê, hinek ji kelehên navdar ev in:

Hewlêr: Keleha Hewlêrê, Keleha Diwîn, Keleha Xanzad, Keleha Dêrê.

Silêmanî: Keleha Sartike, Keleha Zelm, Keleha Sirûçk.

Dihok: Keleha Akrê, Keleha Amêdiyê, Keleha Hiror, Keleha Erzê.

Bi giştî, li seranserê Herêma Kurdistanê zêdetirî 6 hezar û 500 şûnwar û cihên dîrokî hatine tomarkirin.

Kurdistan Haberleri

Amnesty: Îranê rekora sêdaredanê şikand; îsal zêdetirî 1000 kes li sêdarê dane
Serok Barzanî bangî meleyan kir: Li dijî madeyên hişbir derkevin
Hakan Fîdan: Divê YPG ji herêmên ku Ereb li wan hene vekişe
100 hezar şervan dê çawa tevlî artêşa Sûriyeyê bibin?
Bloomberg: Tirkiye plan dike ku çekan bide Sûriyeyê û li dijî HSDyê hevkariyê bike