Li Herêma Kurdistanê 158 hezar ton genimê cotkaran hat wergirtin

.

Li Herêma Kurdistanê proseya wergirtina genimê cotkaran berdewam e û heta niha zêdetirî 158 hezar ton genim ji cotkarên Herêma Kurdistanê hat wergirtin.

Rêveberê Giştî yê Bazirganiya Herêma Kurdistanê Newzad Şêx Kamil ji K24ê re ragihand: “Heta niha li hemû deverên Herêma Kurdistanê 158 hezar ton genimê cotkaran hat wergirtin.”

Newzad Şêx Kamil diyar kir: “Weke qonaxa destpêkê, niha 35 milyar Dînar ji bo wergirtina genimê cotkaran hatiye, ji wê beşê, 10 milyar hatiye dabeşkirin, ewên mane di vê hefteyê de bi ser cotkaran de dê were dabeşkirin.”

Kamil destnîşan kir: “Îsal hemû genimê cotkaran li sayloyên Herêma Kurdistanê têne radestkirin û naçe bajarên din ên Iraqê.”

Li ser radestkirina genimê cotkaran, Rêveberiya Çandiniya Ranya ragihand: “Heta îro 25ê Hezîrana 2022yan, zêdetirî 18 hezar ton genim ji cotkaran hatiye wergirtin û 82 cotkaran pereyê genimê xwe wergirtine.”

Kurdistan Haberleri

Newroz îsal zû hat Danîmarka yê
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana Mamoste Îsmaîl Beşîkçî Kir
Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê: Tîmeke me ji bo têkbirina dronên bombebarkirî li Hewlêrê ye
Umêd Xoşnaw: 6 leşkerên Fransayê birîndar bûne
Mucteba Xamineyî: Em dê şer bidomînin û tola xwe hilînin