Li herêma Kobanî krîza Şekir derketiye

.

 Li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê krîza Şekir derketiye, û bi sedan hemwealtî li ber dergehên Saziya Belavkirina Şekir li Kobanî kom dibin, û şekir bi dest wan nakeve.

Ev bû derdora heftiyekê ku krîza şekir li herêma Kobanî derketiye, û xelk neçare ku berê xwe bidin Saziya Belavkirina Şekir li Kobanî û di dorê de rawestin, daku hinek şekir bi dest wan bikeve.

Dîmenên kombûna xelkê li ber Saziya Belavkirina Şekir li Kobanî ji Rûdawê re hatine şandin ku tê de diyar dibe hejmareke mezin ji xelkê kom bûne û dixwazin hinek şekir ji xwe re peyda bikin.

Nirxê Şekir li cem Rêveberiya Xweser û li bazarê cuda ye û cudahiya navbera nirxan gelek zêde ye, bi awayekê ku di her kîsekî 10 KG de14,000 heta 19,000 Lîreyên Sûrî ye.

Li cem Rêveberiya Xweser, her kîsekî şekir ê 10 KG bi 21,500 Lîreyên Sûriyê ye, yanî her 1 KG şekir, bi 2 hezar û 50 Lîreyên Sûriyê ye, lê li bazarê her kîsekî 10 KG bi 35,500 heta 40,000 Lîreyên Sûriyê ye, yanî her 1 KG şekir, bi 3,500 heta 4,000 Lîreyên Sûriyê ye.

Kurdistan Haberleri

Hûrgiliyên peymana nû ya Libnan û Îsraîlê eşkere bûn
Korbenda Aborî û Veberhênanê ya navbera Kurdistan û Spanyayê hat destpêkirin
Serokwezîrê herêma Baden-Württembergê pêşwaziya şandeke parêzgeha Dihokê kir
Serokê Sûriyeyê pêşwaziya Wezîrê Dervey ê Iraqê kir
Li Îraqê gendelî: Bi milyonan dolarên ku di dîwêr de hatibûn veşartin hatin dîtin