Li herêma erdhejê 156 hezar avahî dê bên hilweşandin

.

 Wezîrê Bajarvanî û jîngehê yê Tirkiyê Murat Kurum ragihand ku wan pişkînina 1 milyon û 188 avahiyên parêzgehên li navçeyên erdhejê temam kirine ku 4 milyon û 371 yekeyên niştecîbûnê li xwe digre û destnîşan kir ku 156 hezar avahiyên ku di erdhejê de ziyanên mezin dîtine, dê bên rûxandin.

Wezîrê Bajarvanî û jîngehê yê Tirkiyê Murat Kurum piştî civîna li navenda koordînasyona karesatê ya li Kilîsê daxuyanî da û diyar kir ku li 11 parêzgehên ku ji erdhejê zirar dîtine xebatên tesbîtkirina zirarê berdewam dikin.

Murat Kurum amaje ragihand ku heta niha 43 hezar û 624 avahî ku ji 125 hezar û 181 yekeyên niştecîbûnê pêk tên wek avahiyên zerareke navîn dîtîne an jî kêm zerar dîtine hatine diyarkirin dê careke din bên kontrolkirin û li gor wê yekê dê biryar bê dayîn.

Kurum got: “Di çarçoveya xebatên wan yên li navçeya erdhejê de, lêkolîna 1 milyon û 188 avahiyên ku ji 4 milyon û 371 hezar yekeyên niştecîbûnê pêk tên, hat temamkirin. Di vê çarçoveyê de wan 507 hezar beşên serbixwe di 156 hezar avahiyên hilweşandî de destnîşan kirin ku bilez bên hilweşandin.”
 

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt