Li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê serjimarî tê kirin

.

Li Rojavayê Kurdistanê ji vê sibehê ve Rêveberiya Xxweser dest bi serjimariyê li Herêma Cizîrê kir.

Ofîsa Plankirin, Gepêşdan û Serjimariyê ya Herêma Cizîrê îro dest bi serjimariyê li herêma Dêrikê û 4 navçeyên wê kir.

Ew serjimarî li devera Dêrikê destpê kiriye ku Dêrik, devera Beravê, Til Koçer, Çilaxa û Girkê Legê li xwe digire û dê heta sibe jî berdewam dike.

Rêvebriya xweser dibêje dê ev serjimêrî piştre navçeyên din jî li xwe digre

Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser daxwaz ji xelkê kiriye ku îro di malên xwe de bimînin ji bo encamdana wê serjimêriyê ku li Dêrik û gundewarê wê destpê dike.

Di serjimariyê  de, hejmara endamên malbatan ên li herêmê û derveyî wê, malbatên ji derveyî herêmên Rojavayê Kurdistanê hatine, çi kar dikin, nav, navnîşan, şert û mercên jiyanê, rewşa civakî çi ne werin tên tomarkirin. Agahiyên der barê malbatan de bi rêya nasnameya kesayetî yan jî lênûska malbatê tên tomarkirin.

Sala 2016ê jî Rêveberiya Xweser serjimariyeke giştî li tevaya deverên bin kontrola xwe de kiribû.

Kurdistan Haberleri

Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin
Di navbera pêwîstiya Kurdan û nêrîna Hikumeta Demkî de statuya zimanê Kurdî
Îraq: Hinardeya petrolê ya Herêma Kurdistanê dikare bigihîje 500 hezar bermîlan
Nêçîrvan Barzanî û Elî Zeydî: Divê hikûmeta nû xizmeta hemû pêkhateyan bike
Amedspor derbasî Lîga Super bû