Li Hemrînê grûpeke çekdar êrişî baregeha YNKê kirin

.

Îro 10.08.2023yê gule li berpirsê malbenda Hemrîn a YNKê hatin berdan.

Çapemeniya YNKê ragehand, di nav binkeyê malbenda YNKê ya Hemrînê li Xurmatû, gule li endamê fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê û berpirsê malbenda Hemrîn a YNKê Mela Kerîm Şikur hatin berdan.

Ofîsa ragehandina Mela Kerîm Şikur ragehand, ew berpirsê YNKê ji êrîşê rizgar bûye û selamet e.

Li gor zanyariyên BasNewsê, êrîş bi rêya 7 fîşekan pêkhatiye û ew kesên ku gule li berpirsê YNKê berdane nehatine girtin.

Hêjayî gotinê ye heta naha bi fermî ronî nebûye gelo êrîş kirina ser wî berpirsê YNKê pêwendiya xwe bi pirsgirêka baskên nav YNKê ve heye, yan pirsgirêkekî kesî, yan her cure pirsgirêkekî din heye. Lê tişta ku hatiye zanîn li sînorê Xurmatû milîsên Heşdî Şeibî serdest in û YNK jî di rojên xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê de bi rêkeftin Xurmatû û navçeyeke berfireh radestî milîsan kir û xwedî pêwendiyekî bihêze li gel milîsên Heşdî Şeibî.’’

BasNews

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin