Li hember Dolarê Amerîkî daketina lîreyê Tirkî berdewam e

.

 Li Tirkiyê daketina lîreyê Tirkî li hember dolarê Amerîkî rekoreke nû tomar kir û dolarek gehişte 10.42 lîreyan.

Li Tirkiyê kêlî bi kêlî li hember dolarê Amerîkî daketina lîreyê Tirkî berdewam e û 17ê Mijdara 2021ê  dolarek gehişte 10.42 lîreyan.

Lîreyê Tirkî her diçe nirxê xwe ji dest dide û di meheke dawî de li hember dolar %10 zêdetir nirxê xwe ji dest daye. Sedema herî mezin a ji dest dana nirxê lîreyê Tirkî, daxistina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî û têkçûna aborî ye.

Banka Navendî ya Tirkiyê dê roja Pêncşemê18ê Mijdara 2021ê jî bicive û derbarê faîzê de biryareke nû bide. Tê çaverekirin rêjeya faîzê bê daxistin. Pispor dibêjin daxistina rêjeya faîzê dê bibe sedem ku lîreyê Tirkî zêdetir nirxê xwe ji dest bide.

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin