Li Hemayê DAIŞê êrîş kir; 26 kes hatin kuştin

.

Li parêzgeha Hemayê ya Sûriyê, çekdarên DAIŞê 26 kes kuştin ku ji bo komkirina Dombelanan çûbûn biyabana Selemiyê

Ajansa Fermî ya Sûriyê SANA belav kiriye, îro Yekşemê 16ê Nîsana 2023an çekdarên rêxistina DAIŞê êrîşî hejmareke welatiyan kirin ku ji bo komkirina Dombelanan çûbûn derdora gundê Doyzîn ê Selemiyê.

Medyaya xwecihî ya navçeyê jî dibêje, ji ber êrîşa DAIŞê peywendiya bi hejmareke welatiyên din re qut bûye û çarenivîsa wan kesan nayê zanîn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî dibêje, dema şêniyan li rojhilatê Hemayê dombelan kom dikirin, çekdarên DAIŞê êrîşî wan kirine.

Li gor SOHRê, di nava kuştiyan de leşkerên hikûmeta Sûriyê jî hene.

Duh jî li nêzîkî heman gundî DAIŞê êrîşeke din pêk anîbû û 3 kes kuştibûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê herwiha daye xuyakirin, ku li gundewarê Dêrazorê jî di êrişekê de 4 şivan hatine kuştin û 2 şivanên din jî hatine revandin. Li gor SOHRê, çekdar li motorsîklêtan siwar bûbûn û hemû keriyên pez dizîn.

Roja 17 Sibata Îsal jî, DAIŞê 53 kes li biyabana bajarokê Sebxe yê Himsê kuştibûn, ku ji bo komkirina Dombelanan çûbûn wê navçeyê.

RÛDAW

Kurdistan Haberleri

Şer û pevçûnên li bajarokê Eşrefîyet Sehnaye ya nêzîk Şamê de 13 kes hatin kuştin
Mamostayê zanîngehê: PKK, di vê demê de ji ber hewla yekitiya Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê êrîşî Pêşmerge dike
HPGyê êrişên li xala Pêşmergeyan li xwe girtin
Erdogan: Federaliya Sûriyeyê xeyal e
MSDyê derbarê şerê li Şamê daxuyaniyek da