Li Helebceyê erdhej çê bû; Tevahiya bajarên Herêma Kurdistanê hejan

.

Li parêzgeha Helebceyê ya Herêma Kurdistanê bi hêza 5.1 pile erdhejek çêbû û li Silêmaniyê, Hewlêr, Kerkûk Xurmal û Pênciwên jî hest pê hat kirin.

Li gorî agahiyên li ser malpera Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) erdheja 6 kîlometre li bakurê rojhilatê Helebceyê bi bi pileya 5,1 ku saet di 21.32an de pêk hat kûrahiya 10 kîlometre bûye.

Berdevkê Ajansa Meteorolojî û Erdhejê ya Iraqê Amîr Cabrî ragihand, erdheja ku li ser sînorê Iraq û Îranê çêbûye, li tevahiya bajarên Herêma Kurdistanê hatiye hîskirin.

Hat zanîn ku welatiyên li deverê ji tirsa ji malên xwe derketine derve.

Amîr Cabrî herwiha got ku “Em hê jî nizanin xisar çi ye, lê navenda erdhejê li Îran bû.”

Ev erdhej di dema weşana zindî ya bernameya Rûdawa Îro ya Rûdaw TVê de jî ku li Silêmaniyê dihat pêkeşkirin bi zelalî hat hîskirin û weke di videoyê de jî diyar dibe pêşkeşkar û mevan dihejin.

Desteya Meteorolojî û Sîsmolojiyê ya Iraqê ragihand ku erdheja 22 kîlometreyan li bakur-rojhilatê Helebceyê çêbûye.

Hejmarek welatiyên ji bajarên cuda yên Herêma Kurdistanê vîdeoyên erdhejê ji Rûdawê re şandin. Di vîdyoyekê de ku kesekî Helebceyî şandiye, xuya dibe ku hin zarok li mizgeftekê ne û ji tirsa erdhejê derdikevin derve.

Kurdistan Haberleri

Daxuyaniya Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi Boneyê Qedexekirina Spaha Pasdaran ji aliyê Dewleta Brîtanyay
Berdevkê PWKê Hanifi Turan: Bi sungiyan, bi guleyan bi hezaran mirov kuştin
Trump: Em dê ji bo derbasbûna ji Hurmizê ji sedî 20 bacê wergirin
Heyeta PWKyê li Parîsê beşdarê seremonîya bibîranîna Dr. Abdulrahman Qasimlo bû
PWK: Em Dr. Abdurahman Qasimlo Bi Rêzdarî Bi Bîr Tînin