Li Hawaii di şewata daristanê de nêzî 90 kesî canê xwe jidest dan

.

 Waliyê Hawaii got, hejmara qurbaniyên şewata li girava Maui derketiye 89 kesî, ku ev şewat ji 100 salî ve ya herî zêde kes tê de bûne qurbanî.

Wîlayeta Maui Josh Green di amareke nû de ragihand, “Hejmara qurbaniyan gihîştiye 89 kesî.” Destnîşan kir jî, dora 1418 kes ji wê giravê hatine derxistin.

Berpirsên Amerîkî gotin, agir bi kêmanî ve 2200 avahî li rojavayê Maui hilweşand an jî zirar gihandiyê.

Hêzên Ewlekariya Neteweyî li Maui hatine bicihkirin. Serokê Amerîka Joe Biden jî, Hawaii wekî herêmek bobelata xwezayî ragihand.

Herwiha Biden, ji bo fînansekirina hewildanên hawarhatinê û dubare avakirinê, beşek ji alîkariyên federal ji Maui re terxan kir.

Lahaina ya nêzîkê 12 kes lê dijî, salane ji bo bi mîlyonan kesan, cîhekî geştyarî ya bijare bû.

K24

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ