Li Hatayê 50 konên ziyandîtiyên erdhejê şewitîn

.

Li navçeya Kirikhan a Hatayê agir bi konbajarekî qurbaniyên erdhejê ket. Agir di demek kurt de li seranserî konbajêr belav bû û 50 çadir bi temamî şewitîn.

Îro Çarşemê 5ê Hezîrana 2023an li navçeya Kirikhan a Hatayê agir bi konbajarekî qurbaniyên erdhejê ket.

Ji ber bayê agir di demeke kurt de li seranserî konbajêr belav bû. Li ser agahdarkirinê, tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û piştî xebata demijimêrekê agir vemirandin.

Di bûyerê de ziyanên canî nebûn lê ji 87 çadirên li konbajêr 50 ji wan tevî kelûpelên qurbaniyên erdhejê yên di nav wan de bi temamî şewitîn.

Hatay bi navçeyên xwe ve yek ji wan bajaran bû ku di erdhejên 6ê sibatê de zerera herî zêde gihiştiye wê û ji bilî candan û birîndarbûna bi deh hezaran kesan, bi sedhezaran kes jî bê mal û hal mane û di konan de dijîn

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle