Li Hatayê 20 mexdûrên erdhejê hatin desteserkirin

.

 Li  navçeya Samandagê ya Hatayê 20 kes ji qurbaniyên erdhejê ku li dijî rijandina paşmayên erdhejê Ii nêzîkî cihên niştecihbûnê nerazîbûn nîşan didan, hatin desteserkirin.

Li herêmên erdhejên 6ê Sibata 2023an karûbarên rakirina kavilan berdewam in. Lê mexdûrên erdhejê ji rijandina bermayiyên avahiyê bo nêzîkî cihên niştecihbûna wan ku piraniya wan konbajar in nerazîne.

Li gor zanyariyan duh Sêşemê 4ê Nîsana 2023an li gundê Uzunbagê yê girêdayî navçeya Samandagê ji ber rijandina bermayiyên avahîsaziyê bo nav çemê Manastir ê li gund, di navbera welatiyan û hêzên ewlekariyê de alozî derket.

Welatiyan daxwaz kirin ku bermayiyên avahîsaziyê bo çem neyên rijandin ji ber ku ev yek dê metirsiyê li ser jiyan û tendirustiya wan bike û karvedan nîşanî hêzên ewlekariyê dan ku dixwestin ji nerezîbûna  wan re bibin asteng.

Li gor zanyariyan hêzên ewlekariyê li ser nerazîbûnan destwerdana kirine û herî kêm 20 kes destser kirine.

Ev di demekê de ye roja Duşemê jî li navçeya Samandag welatiyan karvedan li dijî rijandina bermayiyên avahîsaziyê bo nêzîkî cihên niştecihbûnê nîşandabûn û bo demeke rê bo çûn û hatina barhilgirên avahîsaziyê girtibûn.

Kurdistan Haberleri

Feysel Yûsif: Divê Kurd bibin beşek ji avakirina Sûriyeyê
Pêwendiyên dîrokî yên Kurdistan û Fransayê: Peykerê Charles de Gaulle li Hewlêrê ye
Mucteba Xamineyî li ser peymana bi Amerîkayê re peyamek belav kir
WAN - ‘Rojên Wêje û Pirtûkan ên Tuşbayê’ dest pê kir: 40 weşanxane li wir in
Mezlûm Ebdî û Jean-Noel Barrot li Parîsê civiyan