Li Hanover a Almanyayê civîna danasîna PWKyê

.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) civînên xwe yên danasîna partîyê berdewam dikin.

Rêvebirên PWKyê, bi beşdarîya endam, piştgir û nûnerên partîyên kurdan li bajarê Hanoverê yê Almanyayê, roja 11.11.2023yê civîneke agahdarî û danesîna PWKyê li darxistin.

Civîn, bi serpereştîya rêvebera PWKyê Mûkader Yancarû endamên din yên PWKyê yên li Hanoverê ne hatibû amade kirin.

Heyeta danesînê ya PWKyê ji rêvebirên PWKyê Mîrza Akar, Ferhat Bozkan, Mustafa Dîlan û Siraç Kiricî pêk hatibû.

Civîn di atmosfereke germ, bi agahdarî û gengeşîyên li ser perspektîf û vîzyona PWKyê û rewşa her çar perçeyên Kurdistanê dom kir.

Beşdarên civînê bi nirxandinên berhemdar, bi pêşnîyarên nû, reng û dewlemendîyek giranbuha dan civinê.

Nûnerê PDK-S û nûnerê PPDK- S (Partîya Pêşverû) beşdarî civînê bûn.

Partîya Sosyalista Kurdistan-PSK Komita Almanyayê bi peyama xwe, ji PWKyê re serkeftin xwest.

Civînên agahdarî û danesina PWKyê dê li hin eyaletên din yên Almanyayê jî bidome …

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî diçe Îmaratê
Krîza 'dorpêça dualî' ya li Tengava Hurmizê kûrtir dibe
Xezîneyeke nû ya zimanê Kurdî: Etîmolojiya zaravayên Kurdî derket
Yekîtiya Ewropayê bangî Îranê kir: Îdaman rawestînin û girtiyan serbest berdin
Îraq: Pergala dijîdron Herêma Kurdistanê li xwe nagire