Li girtîgehên Tirkiyê 1605 girtiyên nexweş hene

.

Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Amedê Abdullah Zeytun got, di girtîgehan de 605 jê giran bi tevahî 1605 girtiyên nexweş hene.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di meheke dawî de 7 kesan canê xwe jidest dan û rewşa girtiyên nexweş dîsa bû rojeva siyasetê. Pêwîst e girtiyên nexweş li derveyî girtîgehan bên dermankirin, lê saziyên darazê bi hincetên cuda rê nadin girtiyên nexweş li nexweşxaneyan bên dermankirin.

Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Amedê Abdullah Zeytun got, di girtîgehan de 605 jê giran bi tevahî 1605 girtiyên nexweş hene û pêwîst e çareseriyek ji bo wan bê dîtin.

Berdevkê Meclîsa Jinan a HDPê Ayşe Acar Başaran jî got: “Desthilat siyaseta şer li dijî Kurdan dimeşî ne û encama qeyrana aborî jî neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Di meheke dawî de 2 jê bi guman 7 girtiyan canê xwe jidest dan.”

Kurdistan Haberleri

Hûrgiliyên peymana nû ya Libnan û Îsraîlê eşkere bûn
Korbenda Aborî û Veberhênanê ya navbera Kurdistan û Spanyayê hat destpêkirin
Serokwezîrê herêma Baden-Württembergê pêşwaziya şandeke parêzgeha Dihokê kir
Serokê Sûriyeyê pêşwaziya Wezîrê Dervey ê Iraqê kir
Li Îraqê gendelî: Bi milyonan dolarên ku di dîwêr de hatibûn veşartin hatin dîtin