Li girtîgehên rêjîmê de çendîn girtiyên din jî hatine bidarvekirin

.

Li berdewamiya bidarvekirinan li Îranê, çendîn girtiyên din li girtîgehên rêjîmê li bajarên wek “Xuremabad, Zahidan, Îsfehan û kehnûc”ê de hatine bidarvekirin.

Roja Duşemî 12ê Cozerdana 1404 a Rojî, girtiyekî temen 30 salî yê Belûç ê bi navê “Îman Sabiqî” xelkê “Zêhkulût” a bajarê “Cazmoriyan”ê li girtîgeha rêjîmê li bajarê “Kehnûc”ê de hate bidarvekirin.

Herwisa li 11ê Cozerdanê, girtiyekî Lur ê xelkê bajarê Xuremabadê yê bi navê “Şahmîrza Rehmetî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Xuremabadê de hate bidarvekirin, ew welatiyê Lur bi tohmeta kuştina bizanebûn hatibû binçavkirin.

li vê rojê de girtiyekî Belûç ê bi navê “Cum`e Naroyî”(Şîrzay) li girtîgeha rêjîmê li bajarê Zahidanê de hate bidarvekirin. Navbirî  heta li dema bidarvekirinê de jî, bê nasname bûye.

Li 7ê Cozerdanê de jî, girtiyekî din ê bi navê “Mihemedemîn Esedî” ê xelkê bajarê Îsfehanê li girtîgeha rêjîmê li bajarê Îsfehanê de hatiye bidarvekirin.

Rêjîma Îranê bidarvekirin û sepandina sizaya bidarvekirinê, wek alavek bo tepeserkirina xelkê bi taybet xelkê Kurd û Belûç bi kar tîne.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle