Li girtîgehan elektrîk tên birîn û kalorîfer girtîne

.

Li gorî rapora meha dawîyê ya CISSTê girtiyan ji wan re ragihandine ku bihayên elektrîkê her ku diçe zêdetir dibe û ji ber ku rewşa aborî ya malbatan baş nîne nikarin pereyê elektrîkê razînin.

Komeleya Civaka Sivîl di Sîstema Girtîgehan de (CISST), rapora xwe ya mehane ya girtîgehan ya têkildarî giliyên ji ber Covîd-19ê weşandiye. 

Ji destpêka pandemiyê heta niha li 185 girtîgehên cûda serlêdan ji bo komeleyê hatine kirin. Ji wan 130 girtîgehên girtî ne û 55 jî yên vekirîne.

Girtî jî weke kesên li “derve” ji zêdebûna fatûreyên elektrîkê û birîna elektrîkê gilîkar in.

Her tim elektrîkê dibirin

Rapora dawî li gorî giliyên di navbera 1-31 Kanûna Paşiyê de hatiye kirin amade bûye.

Pirsgirêkên ku girtî pê re rû bi rû dimîne di raporê de bi ser nava “Tedbîrên Paqijiyê û Rewşa Giştî” weha hatine rêz kirin.

  • Li hin girtîgehan nivîn, betanî, lihêf û çarşefên li girtiyan tên belavkirin hatine bikaranîn û gemarî ne û girtiyên alerji pê re ne nikarin van berheman bikirin.
  • Li hin qawişên girtîgehan ji ber qelebalixê herikîna hewayê ya paqij nîne,
  • Li hin girtîgehên girtî ji ber ku şibakeyên qawişê biçûk in û têra xwe nikarin bên hewakirin.
  • Li hin girtîgehan gardiyan li gorî dûrbûna civakî tevnagerin û di dema jimartinê de maskeyê nadin ber devê xwe,
  • Li hin girtîgehan gardiyanan tedbîrên paqijiyê kêm kirine û bê maske dikevin qawîşan,
  • Li hin girtîgehan di nava rojê de kalorîfer tên girtin û ji ber vê yekê pirsgirêka germkirinê heye,
  • Li hin girtîgehan tim û tim elektrîkê dibirin,
  • Hatiye diyarkirin ku buhayê elektrîkê yê hin girtiyan roj bi roj zêde dibe û malbat ji ber zehmetiyên aboriyê nikarin pereyê elektrîkê bidin.

Ji bo tevahiya raporê bitikîne

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan