Li Girtîgeha Şirnexê Kurdî hat qedexekirin

.

Li Girtîgeha Şirnexê axaftina bi Kurdî ya bi telefonê li girtiyan hat qedexekirin.

Girtiyên li Girtîgeha Şirnexê bi rêya malbatên xwe ragihand ku rêveberiya girtîgehê axaftina bi Kurdî ya bi telefonê qedexe kiriye.

“Em dê komîsyonê bişînin”

Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dilsiz derbarê qedexekirina Kurdî de ji Rûdawê re axivî û got:

“Em ji qedexekirina zimanê Kurdî ji aliyê rêveberiya Girtîgeha Şirnexê ve agahdar in.

Em îro komîsyoneke ku ji 4-5 parêzeran pêk tê ava dikin û ev komîsyon dê sibe here girtîgehê û bi birêvebirî û girtiyan re hevdîtinan bike.”

Rojhat Dilsiz diyar kir ku komîsyon dê piştî lêkolînên li girtîgehê raporekê amade bike û bi raya giştî re parve bike.

Endamê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Şirnexê Fadil Tay ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re ragihand ku wî bi girtiyan re hevdîtin kiriye û axaftina bi Kurdî ya bi telefonê hatiye qedexekirin.

Kurdistan Haberleri

Perde li ser pirtûka “80 Sal Xebat li Pêxema Rizgariyê” hate hildan
Duyemîm mamosta bi hêceta starndina sirûdek Kurdî ji kar hate derxistin
Rojhilata Navîn di qonaxeke nû de ye: Veguherînên mezin li ber derî ne
Şam û Tel Avîv nêzî rêkeftinê ne: Hêzên Îsraîl, Amerîka û Sûriyê li Çiyayê Şêx belav dibin
DEM Partî xwedî li ‘Cejna Komarê’ derket: ‘Komar a her kesî ye’