Li Girê Spî çekdaran gule li welatiyan reşandin û 2 welatî birîndar kirin

.

Li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ku niha di bin kontrola artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ‎girêdayî wê de ye, çekdaran gule li welatiyan reşandin û 2 welatî birîndar kirin.

Li gorî çavkaniyên Xwecihî, hejmareke çekdar ji grûpa El Cebha Elşamiyê, piştî nîvê şevê li gundê Eyn Erûs li başûrê bajarokê Girê Spî avêtine ser 4 malan.

Di dema êrîşê de çekdaran gule reşandin û di encam de 2 kesên bi navê Yasir û Xalid Emar birîndar bûn.

Kesên birîndar ji bo nexweşxaneya Girê Spî hatin şandin.

Li gorî heman çavkaniyan, 5 kes jî bi tometa hebûna peywendiyan ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), hatin girtin.

Di 2 hefteyan de ev cara duyem e ku Cebeha Elşamiyê êrîş gundê Eyn Erûs dikin.

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ