Li Geverê xelk daketin kolanan

.

Li navçeya Geverê ya ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê bi sedan xelk ji ber bihabûnên elektirîkê û pêdiviyên sereke yên jiyanê  daketin kolanan û  xwepêşandan kirin. Xwepêşanderan dirûşmên “bila kompanyaya belavkirina elektirîkê VEDAŞ dest ji kar berde” bilindkirin û herwiha gotin ku ew kompanya xelkê dişelîne.

Li navçeya Gever a Colemêrgê îro 5ê sibata 2022ê bi sedan xelk daketin kolanan û bihayên zêde yên  elektirîkê û pêdiviyên sereke yên jiyanê prostesto kirin.

Xwepêşander heta ber derê Kompanyaya Belavkirina Elektirîkê ya Gola Wanê (VEDAŞ) meşiyan û li wir bi dirûşm û çepikan çalakiya xwe berdewam kirin.

Xwepêşanderan di dirûşmên xwe de diyarkirin ku kompanyya belavkirina elektirîkê VEDAŞ xelkê dişelîne û bang li wê kompanyayê kirin ku dest ji kar berde.

Roja înê 4ê sibata 2022ê li navçeya Bazîdê ya ser bi parêzgeha Agirî jî bi ji ber bihayên zêde yên  gaza xwezayî û elektirîkê bi hezaran xelk daketibûn kolanan û xwepêşandan kiribûn.

Ev di demekê de ye Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan di dema vegera xwe ya ji Ukraynayê de di bersiva xwe ya li ser pirseke derbarê gaza xwezayî de got: ”Niha weke Tirkiye ti pirsgirêka me ya gaza xwezayî nîne. Kesên ku wiha nîşan didin di vî warî de pirsgirêkên me hene, tenê di vê zivistanê de derûnûya welatiyên me xirab dikin.”

Partiyên opozîsyona Tirkiyê derbarê bihakirina gaza xwezayî û elektirîkê berdewam rexneyan li desthilatê digirin û bi gotina wan êdî desthilat nikare welat birêvebibe.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin