Li Geverê bi hezaran kes bi dirûşma “Me dişêlînin” daketin qadan

.

Bi mebesta protestokirina zeman, li Geverê bi hezaran kes daketin qadan û bi dirûşma “Me dişîlînin” banga îstîfayê li hikûmetê kirin. 

Li navçeya Gever a Colemêrgê bi hezaran kes ji bo protestokirina zemên li ceryan û pêdiviyên jiyanî  hatine kirin, daket kolanan.

Welatiyên ku li ser Cadeya Nedîm Zeydan dest bi çalakiyê kirîn, bi dirûşmên “Me dişêlînin”, “Hikûmet îstîfa” û “Tedaşa şêlanker” meşiyan. Welatî heta ber deriyê Kargeha Anonîm a Belavkirina Ceryanê ya Vangoluyê (VEDAŞ) meşiyan. Li vê derê jî çalakiya xwe bi çepik û dirûşman berdewam kir. 

Bi hatina welatiyan re polîsan avahiya VEDAŞ’ê dorpêç kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li navçeya Bazîd a Agiriyê jî bi hezaran kes bi heman mebestê daketibûn qadan. 

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle