Li Geliyê Godernê bi hinceta “ewlehiyê” daran dibirin

.

Komîsyona Hawirdor û Bajarvaniyê ya Baroya Amedê, ji berk u li Geliyê Godernê dar hatine birin, duh (16ê Adarê) giliyê kesên peywendîdar kiriye.

Komîsyona Hawirdor û Bajarvaniyê ya Baroya Amedê, ji berk u li Geliyê Godernê dar hatine birin, duh (16ê Adarê) giliyê kesên peywendîdar kiriye.

Komîsyonê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî zanyariya gilîkirinê ragihandiye:

“Ji ber ku li Geliyê Godernê ya ku di navbera Farqîn, Qulp, Hezro û Liceyê de ye, bi hinceta ‘ewlehiyê’ bi hezaran dar hatine birin, me giliyê kesên berpirsiyar kiriye.

“Her weha me serî li Walîtiya Amedê û Midûriyeta Karûbarên Daristanê daye ku zanyariyan bidin.

“Em ji raya giştî re radigihînin ku em li dijî talankirina xwezayê bisekinin û em ê pêvajoya hiqûqî bişopînin.”

Beriya ku Baro giliyê berpirsiyaran bike, Parlamentera Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) mijar di 15ê Adarê de xistibû rojeva Parlamentoyê.

Tosûnê pirs ji Wezîrê Çandinî û Daristanan Vahît Kîrîşçiyî kiribûn û gotibû, li wir şitil jî tên birîn.

Bîanet

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle